Ji ber teqeya hêzên pasewanên sînorên Îranê li navçeyên sînorîyên Pîranşar û Serdeştê li parêzgeha Urmiyeya Rojhilatê Kurdistanê, 3 kolberên kurd jiyana xwe ji dest dan.
Rêxistna hengaw ji bo mafên mirovan ragihand, îro roja çarşemê danê sibê hêzên pasewanên sînorên Îranê li nêzîk gundê Qelereşê teqe li komeke kolberên kurd ikrin.
Li gor zanyariyên rêxistina mafên mirova Kurdistanê di encama wê êrîşa hêzên Îranê de kolberên bi navên Zansit Hesen Nejad yê temen 25 salî, Zanko Ehmedî yê temen 22 salî û Sirûş Milkarî hatin kuştin.
Li gor zanyariyên rêxistna mafên mirova kurdistanê, hêzên pasdarên Îranê li sînorê Zêweya Pîranşarê jî teqe li kolberên kurd kir.
Her li gor zanyariyên wê rêxistnê di encama wê êrîşê de jî kolberê bi navê Celal Xizirî hat kuştin û termê wî jî hin radestî malbata wî nehatiye kirin.
Li gor zanyariyên rêxistna mafên mirova Hengawê jî di meha Tebaxa îsal de 31 kolber û kasibkar hatine kuştin û birîndarkirin.