Serokê herêma Başûrê Kurdistanê îro li Bexdayê li gel serokê Firensayê civîya û ragihand, civîn berhemdar bû.
Nêçîrvan Barzanî û şandê pêre, êvara îro roja çarşemî 2/9/2020an, li Bexdayê li gel Emanwêl Makron serokê Firensayê civîya, civînê bo dema nîv sa’etê dewam kir û çendîn pirsên girêday têkiliyên Başûrê Kurdistanê û Firensayê hatin nîqaş kirin.
Paş civînê, serokê Başûrê Kurdistanê li hesaba xwe a twitter rê nivîsand ku civîna li gel Makron berhemdar bû.
Dest nîşan kir, ew sipasîya piştigrîya berdewam a Firensayê ji bo Başûrê Kurdistanê dikin û got ku ew bi hêvî ne têkiliyên li gel Firensayê werin bihêz kirin.
Şanda Başûrê Kurdistanê ji Nêçîrvan Barzanî, cêgirên serokê Herêma Kurdistanê, her wiha Felah Mistefa şêwermend li seroktîya herêmê, şandê Firensayê jî ji Emanwêl Makron, her wiha hejmareke wezîr û balyozê Firensayê li Bexdayê pêkhatî bû.
Nêçîrvan Barzanî îro bi serdanekê giha bû Bexdayê, ev serdan li ser daxwazîya Makron hat encam dayîn, Nêçîrvan Barzanî bera civîna li gel Makron, li gel seroktiyên Îraqê û hejmareke rayedarên wê civiyabû.