Dewleta Tirkiyê êrîşên li ser Partîya Karkerên Kurdistanê li Bakurê wilat dijwar kirine, îro jî sînorê van êrîşan ji bo parêzgehên Mûşê û Çewlîgê, berfireh kirine.
Wezareta karên navxwe a Tirkiyê eşkere kir, îro roja pêncşemyê 3/9/2020an, operasyoneke mezin li dijî rêxistina PKK ê, li sînorê Mûşê û Çewlîgê dest pê kir, operasyon dibe qonaxa nehemîn ji operasyona Yildirim ku di meha rabûrî de hatîye meşandin.
Her wiha eşkere kir, hezar û 22 esker, cendirme û gund parêz di vê operasyonê de beşdarin û ji bo dema çend rojan dê berdewam bît.
Wezareta navxwe dest nîşan kir, di qonaxên 1 heta 8 ya operasyona Yildirim da ku li Licê ya Amedê, Agirî, Mêrdînê û devera Hekariyê bûn, 38 Gerîla canê xwe ji dest dane.
Navenda çapemenî û ragihandinê ya HPG ê balê serbazî yê PKK ê, agahî li derbara van êrîşan belav nekirine, lê belê li rojên rabûrî kuştina 9 eskerên Tirk li navçeyên ku operasyona Yildirim lê hatîye kyrin ragihandibû.