PKK e li Biradostî tê bordoman kirin

PKK e li Biradostî tê bordoman kirin

Balefirên ceng yên dewleta Tirkiyê êvara îro êrîşî hereketên PKK ê li devera Biradostî a Başûrê Kurdistanê kir û çend mûşek lê xistine.

Li gor agahiyên destê me, êvara îro roja pêncşemî 3/9/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de li devera Biradostî a girêdayê Hewlêr a paytexta Başûrê Kurdistanê, êrîş pêkanîn.

Di êrîşan de, balefiran çendîn mûşek li devera Biradostî dane û her çend ku zirarên PKK ê nehatin zanîn, lê belê şewateke mezin bi aqarê deverê ketîye.

Êrîşa îro ya Biradostî hemwexta êrîşa ‘eskerên tirk ya sînorê devera Zaxo tê ku îro serê sibê eskeran hereket ji gundê Şeranişê dest pê kirine.

Pustên heman beş