Em weke kurdên bakur ketine rewşeke weha ku heta niha qet tiştekî bi vî rengî. Bi vî awayî û bi vê helwestê nehatiye serê kurdên bakurê Kurdistanê.
Partiyên me yên doza azadiya gelê xwe, û serxwebûna welatê xwe dikin. Lê ji bona azadiya wî welatê tiştên pêwîst û lazm jî pêk neînin.
Em hê ji bona tiştên biçûk û gelek ji wan bê mane ji hev dixeyidin. Ji rexneyan zêdetir hevdu gunehbar dikin. Bi vê jî dilê me ji hevdu dimîne û êdî nêzîkaya nave me xerab dibe. Helbet ev ne tiştekî baş e ku hin ji endamên partiyan vê dikin.
Karê partiyan divê ne bi mijûlbana şexsan be. Lê dema karên asasî nekin an bi erkên xwe ve ranebin, ji bona mijûlbûna xwe, bi şexsan re dibin muxatab.Û rexneyeke biçûk li partiya wan an li serokê wan bê kirin, aha wê demê jî dibin agir.
Lê ji bona ku em hê nebûna neteweyî , loma em him teng in, him rêxistinî ne, olî ne, hizbî ne, sosyalîst û nîjadperest in. Helbet di her neteweyekî di vana hene, lê ê xelkê ji bona berjewendiyên netewa xwe dibin yek. Ê me jî bi hev û bi kesan dikevin.
Dema em li dîroka xelkên li vê cîhanê dinêrin û dibînin ku ew ji bona doza gelê xwe tim bûne yek û li ser asasê azadî an demokrasiya welatê xwe her li gel hev in. Ji bona parastina gelê xwe tim bi hevre ne û êrîşên têne ser welatê wan hemî li gel hev li dij wê dibin xwedî yek helwest.
Ji roja welatê me perçe kirine hêdî hêdî mejiyê me, hebûna me, bîr û raya me jî perçe kirine da ku em nikaribin hev qebûl bikin, li ser asasê parastina berjewendiya gelê xwe bibin yek an li gel hev, kar û xebatê bikin.
Vê perçebûnê, vî mejiyê dagirkeran ê bi darê zorê bi me daye qebûlkirin, roj bi roj ew cihê xwe di nava civata kurdan de digire û girtiye.
Çine ev???
Niha bala xwe bidinê, dema tu partiyekê rexne dike, endamên wê dibin agir û dixwaze te bişewitîne, heger vê bi dest nexe, ji te dixeyide û êdî mirov nikare silavekê jî bide hev. Lê ji bîr dikin ku niha ji her demê bêtir pêwîstiya me ji hev heye.
Dema tu li gor xwe hin tiştên îslamê, rexne dike an daxwzekê ji wan dike ku tiştên ew diparêzin, ew li gor wan rast e. Lê dibe ku li gor hinên din ne rast be. Tu hew dibîne ew jî dibin agir û mala me re dişewitînin.
Çi demê tu weşanxaneyekê rexne dike, êdî ew berhemên mirov çap nakin û ji destê wan bê dê nehêlin yên din jî berhemên me re çap bikin.
Tu nivîskarekî ji ber şaşiyeke wî rexne dike, ji xwe ew ji herkesan bêtir tund dibe, hêrs dibe. Ji ber ku kesên weha di ser xwe re tu kesên din nabînin.
Tu dibêje agir bi kurdistanê ketiye, ka partiyên doza azadî û serxwebûna kurdistanê dikin li ku ne, endam ango mirîd dibêjin, ev ji me tê, kerem bike tu partiyeke veke û helwesta xwe bîne cih.
Tu dibîne, hema hema rojê kurdek tê kuştin, lê partiyên me bê helwest namînin derheqê bûyeran de bi tirkî daxuyaniyê didin!
Tu dibêje, partîno armanc û hedefa we serxwebûna kurdistanê ye, lê hûn nikarin ji bona bûyerek 5 kesan derxin kolanan. Lê ew dibêjin; tu ewqas wêrekî were tu derkeve.kolanan…
Tu dibêje; heyran berê di demên me de ango salên 1970-80 li hember bûyerên qirêj milet, xelk li kolanan bû, çima tu îro bê dengî? Dibêjin şert û merc hatine guherandin, em bi belavokan wê bûyerê şermezar dikin.
Yanî weke mesela ê gundî dikin. Xelkê li talanê wî ango li ê gundî xistibûn, wî digot: ”Min bi xeberan (skifan) tu tişt di wan de nehişt”.
Aha rewşa partiyên me jî ev e. Tu çi dibêje li gor xwe çareseriyekê jê re dibîne. Lê tu dibêje qey ew dixwazin herroj bûyer rû bidin. Rûdana bûyeran jî, bi wêneyê ala partiya xwe ya mezin li ser internetê û bi daxuyaniyên bi zimanê dagirkeran şermezar dikin.
Li hember bûyerekê, bi tirkî wê protesto dikin û pê pesnê xwe jî didin.Yanî hema te singek di dîwêrde kuta, ceherê wan hazir e û pêde darve dikin.
Di welatên kolonî de dema te nikarîbû partiyeke siyasî ya daxwaza serxebûna welatê xwe dike, rexne bike, tu bizanibe li wî welatî siyaset mirî ye.
Li Welatekî kolonî weke Kurdistanê, heger partiyên siyasî nikaribin bûyer û kiryarên dagirkeran di kolan û meydanên welatê xwe de protesto bikin, tu bizanibe li wir partî êdî nema ne.
Li welatekî dema her partiyek ji çend kesan pêk hatibe hebe û ji bona berjewendiya gelê xwe nikarin, di bin sîwaneke neteweyî de bi hevre kar bikin, an hin bibin yek, tu bizanibî êdî ew partîna ne ji bona welêt lê ji bona şexsan e.