Bizane îsal çend Gerîla ji PKK ê veqetyane?

Bizane îsal çend Gerîla ji PKK ê veqetyane?

Bi dehan Gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê di îsalê de, rêzên rêxistinê bi cî hiştine, sedemên veqtyana piranîya wan, yêke.

Li demekî şer û pevçûnên nêvbera PKK ê û Tirkiyê li Başûr û Bakurê Kurdistanê berdewamin, hem wext veqetyana Gerîlayan jî dewam dike, li gor agahiyên ku îro hatine parve kirin, tenê di îsalê de, 146 Gerîlayan rêxistina PKK ê bi cî hiştine û derbasî Tirkiyê bûne.

Di vê derbarê de, wezareta karên navxwe a Tirkiyê di beyaneke nivîskî de eşkere kir, îsal û bi rêya razî kirinê, 146 Gerîlayan rêzên PKK ê bi cî hiştine û vegerîne Tirkiyê.

Li gor agahiyên destê me, Gerîlayên ku di îsal de rêzên rêxistinê bi cî hiştine, ên Başûr û Rojava Kurdistanê ne.

Rêxistina PKK ê her kesê ji rêzên wê derdikev çi kadiro be yan Gerîla, bi çavê xayînê gel û wilat lê nere û hukmê kuştinê hejî ji bo dibîne, li demekî piranîya kesên ku ji vê rêxistinê di revin ewn paş ku siyaseta ne netewî a PKK ê û serokê wê Abdulla Ocalan fêm kirîn û zanîn kanê çi qas ev rêxistin bi Giropa xwe a Enqere yê ve ketîye li jêr bandora wilatên dagîrkerên Kurdistanê û ji bo ecêndayên wan wilatan tev digere.

Pustên heman beş