Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Şanda Herêma Kurdistanê diçe Bexdayê

Şanda Herêma Kurdistanê ji bo temamkirina gotûbêjên navbera Hewlêr û Bexdayê yên li ser çareserkirina kêşeyan, bi serokatiya Qubad Talebanî, Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê sibe serdana Bexdayê dike.

Semîr Hewramî, Berpirsê Ofîsa Ragihandinê ya Qubad Talebanî ji Kurdistan24ê re ragihand ku şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Qubad Talebanî, dê mijarên li ser budce û mûçeyên Kurdistanê ligel rayedarên hikûmeta Iraqê gotûbêj bikin.

Serdana şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ye ku Mistefa Kazimî, Serokwezîrê Iraqê di serdana xwe ya Washingtonê de daxwaz kiribû ku piştî vegera Iraqê, şanda Kurdistanê serdana Bexdayê bike ji bo destipêkirina gotûbêjan û gihiştina rêkeftineke dawî.

Hefteya borî jî şanda Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjên li ser projebudceya sala bê ya Iraqê li Bexdayê bû.

Kurdistan 24

Pustên heman beş