Partîya Karkerên Kurdistanê, îro dû Gerîlayên xwe li Bakurê Kurdistanê ji dest dan, wexta ku li sînorê Wanê ketîne ber êrîşên dewleta Tirkiyê.
Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 5/9/2020an, şer li dorbera parêzgehîya Wanê a Bakurê Kurdistanê li nêvbera cendirmeyên Tirk û Gerîlayên PKK ê qewimî, di encamê de dû gerîlayan canî xwe ji dest da.
Arteşa Tirkiyê di berdewamîya operasyonên ku li Bakurê Kurdistanê dide meşandin, îro li navçeya Çatak a girêday Wanê, dest bi êrîşan kirîye, balefirên ceng di êrîşan da hatine bikaranîn.
Dewleta Tirkiyê ev dema dû heftîyane dest bi operasyoneke mezin li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK ê kirîye, navê Yildirim li vê operasyonê kirine ku heya niha 9 qonaxên wê birêveçûne û bi tevahî 40 Gerîla têda canê xwe ji dest dane, hem wext 11 eskerên Tirk bi dest Gerîlayan hatine kuştin, ev li gor amarên arteşa Tirkiyê û HPG ê.