Dezgehê roşenbîrî û ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê bersiveke agirîn a Partiya Karkerên Kurdistanê dide û têde amaje bi dîrok û berxwedan û serweriyên Partiya Demokrat û wan astengan dike ku PKK ê li himber başûrê welat dirust kirîne.
“Modela koletîyê li hemû dinyayê bi serve çûye di nava PKK ê de nebe”
PDK e di berisva PKK ê de dibêje, ev demeke ku hevserokên kesekê Murat Karaylan û Duran Kalkan, dest bi tawanbarkirina PDK ê kiriye û daxwaza vê yekê jî dikin ku berisva wan bê dayîn, em li virr didîn xweya kirin ku bi wê siyaseta şaşa xwe hûn alîkaryeke bêhempa û diyar a wî alî dikin ku dixwaze destkeftan jinav bibe, modela koletîyê li hemû dinyayê bi serve çûye di nava PKK ê de nebe, sîstemê perwerde kirinê di nava PKK ê de kesên azad û deng dilêr berhem naîne, belku bi tenê fêrî îta’et û cîbicî kirina biryaran dike, gelo kî di nava we de dikare rayeke wî hebe û kî jî dikare di gel raya PKK ê de nebe û kîjan endamê we dikare ji PKK ê qet bibe?
“Saziyên medyayî yên PKK ê şer bi PDK ê re difroşin û mijûlî çewaşekarî û sûçbar kirina PDK ê ne”
Di beşeke din ê daxuyaniya dezgehê roşenbîrî û ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê de hatiye ku, saziyên medyayî yên PKK ê şer bi PDK ê re difroşin û mijûlî çewaşekarî û sûçbar kirina PDK ê ne, lê dema ku kar bigihîje bas kirin li dîrok û serweriyên Partîya me û şikoh û destkeftên gelê Kurdistanê ji bal hevserok û rayedarên PKK ê, bê guman em bê bersiv namînin û emê rûyê rast ê we derxîn, em ji we re dibêjîn: we li xwe nêrîye li kuderê hatîne û niha li kuderê ne û çima dirust bûn niha jî çi dikin? Gelo we li xwe nêrîye bi ti awa hûn bûne asteng ji bo dirustkirina ayînde û destkeftên wan parçeyên Kurdistanê ku bi deryayek xwînê hatîne azad kirin?
“PKK ê ji xwe re tesewirek çêkiriye, tesewireke dûr ji rastiyê û bê hebûna ti binema yek lojîkî”
PDK e ji PKK ê re dibêje, we ji xwe re tesewirek çêkiriye (tesewireke dûr ji rastiyê û bê hebûna ti binema yek lojîkî) ku nasnameya Kurdatiyê û welat parêziyê di berîka we de ye! Nasnameya tekoşînê jî di berîka we de ye û paradayma we pîroze û ya xelkê din nexêr!… Niha baş guhdarî bikin (herçend ku li cem rayedarên PKK ê bi tenê hinart heye û wergirtin nîne), destkeftên başûr berhemê xwîn û qurbanî û berxwedan û şoreşan û canfîdaîya Şêx ‘Ebdulselam Barzanî û Şêx Mehmûdê Melikê Kurdistanê û şoreşên Barzan û şoreşa mezina Îlonê û Golanê bûn û di demekî de bûn ku PKK e hêjan ji dayik nebûbû yan jî pirr sava bû, hûn çi dizanin ji dîroka gelê me?
“Hûn daxwaza bersivê dikin! Em berisva çi bidîn ku hûn bûne sedema serêşê ji bo hemû Kurdistanê, li her parçeyeke Kurdistanê rûnîyek derketibe hûn xwe dikin têde û tekoşîna jinavbirina wê dikin! Ji xwe nabe hûn li hêvîyê bin em digel vê siyaseta şaş û ne lojîkî ya we de bin”.
Gelo kî bê exlaqe?
PDK e di berdewamiya berisva xwe de bas li aliyê exlaqî dike û dibêje: “hûn dixwazin hinceta ji bo şikestinên xwe yên siyasî û leşkirî û dîplomasî peyda bikin, wîjdanê li cem rayedarên PKK ê bar kirîye û hûn wexte xwe dikin wanebêjên exlaqê? Haydê emê ji we re bibêjîn exlaq çiye, dirustkirina pirsgirêka û hewildan ji bo jinavbirina destkeftên herêma kurdistanê bê exlaqîye, bê exlaqî dagîrkirina gundên xelkê ye, bê exlaqî eve ku bibêjî bila leşkirên Tirkiyê werin lê nabe pêşmerge were navçeyê! Xapandina zarokên kur û keçên vî welatî û bi kuştin dana wan ji bo parastina sînorên dewletan bê exlaqî ye… Hûn dibêjin em çekan na danîn erdê, hûn ji me re nabêjin di herêmeke azadkirî de we çek ji bo çî ye û digel kê de şer dikin? Hûn ji me re nabêjin Vietnam a we çi bi ser hat?
Besê Hozat her tevirekî li cîyekî dide
Di daxuyaniya PDK ê de li ser axaftina Besê Hozat jî bersiv hatiye dan, PDK e di berisva wê de dibêje: Besê Hozat a hevseroka we ji aliyekê dibêje destê PDK ê digel dewleta Tirkiyê heye ji bo jinavbirin û komkujiyê û exlaqê PDK ê tuneye….! Û ew bi xwe ji aliyekê din dibêje pêwîste PDK e ji dewleta Tirkiyê re bibêje: pêwîste bi rêyên demokrasî prisgirêk digel kurdan werin çareser kirin, û mafê gelê kurd li Bakurê Kurdistanê bidin…!
“Şengal beşeke ne veqetiyayî ji Kurdistanê ye”
PDK ê li ser rewşa şengalê jî bi vî awa berisva PKK ê daye: derbarê şengalê jî em careke din li bîra we tînin ku Şengal beşeke ne veqetiyayî ji Kurdistanê ye û di hemû giftûgoyên digel hikûmeta ‘Îraqê de jî me tekez li ser vê yekê kiriye û wê berdewam jî tekeziyê li ser vê yekê bikîn.
Di dawiya daxuyaniya xwe de dezgehê roşenbîrî û ragihandina Partiya Demokrata Kurdistanê ji PKK ê re dibêje, ger hûn peyvîn pir dirêj ne peyvin daku em jî neçar nebin ew qas berisva we bidîn ku hûn êdî pêre negehin maskeyên li ser rûyê xwe careke din girê bidin.