PKK ê 91 Gerîla di 10 rojan da ji dest dane

PKK ê 91 Gerîla di 10 rojan da ji dest dane

Di dema 10 rojên rabûrî de li Başûr û Bakurê Kurdistanê, PKK ê 91 Gerîla di êrîşên Tirkiyê da ji dest dane, li himber hejmareke eskeran hatine kuştin.

Li gor daxuyanîyeka nivîskî a wezareta parastina netewey a Tirkiyê ku îro roja yekşemî 6/9/2020an belav kirîye, di 24 sa’etên rabûrî da, 16 Gerîla li Başûr û Bakurê Kurdistanê hatine hedef kirin, bi vê yekê hejmara Gerîlayên ku ketine ber êrîşan di dema mehekê de gihîştin 91 Gerîlayan.

Operasyonên arteşa Tirkiyê ku li 16 meha xهzîranê pejahî û asîmanî li dهjî PKK ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir bû, li dema 10 rojên rabûrî li Bakurê Kurdistanê jî êrîşî li Colemêrgê, Sêrtê, Amedê û Agiriyê hatine kirin.

Di ser cem êrîşên Bakur de herî kêm 38 Gerîla canê xwe ji dest dane, pêtirî 50 Gerîla jî li Başûr di dema meha rabûrî da.

Li derbara vê amara Tirkiyê, HPGê tu agahî nedane, lê belê di 10 rojên rabûrî de wan di dû beyanên nivîskî de kuştina 11 eskerên Tirk ragihandibû.

Her li navbera çend rojekan, dewleta Tirkiyê û HPG e amarên zirarên canî yên hev belav dikin, lê belê ev amar dibe şerê ragihandinê be, ji ber ku  ji tu aliyên din ve nahên pişt rast kirin.

Pustên heman beş