Myles Caggins, Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ragihand: “Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de roleke wê ya berçav hebû.” Herwiha eşkere kir: “Hevpeymaniya Navdewletî li Hewlêrê navendeke şêwirmendiyê vedike.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê di civîneke çapemeniyê de diyar kir: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji erkên xwe venakişin, lê şewaza xebata xwe diguherînin.”
Myles Caggins destnîşan kir: “Ji destpêka vexwendina Hevpeymaniya Navdewletî ji aliyê Iraqê ve ji bo şerkirina li dijî DAIŞê, Herêma Kurdistanê roleke berçav û girîng lîst. Me karî di nav şeş salên borî de 7 milyon û 700 hezar kes ji destê DAIŞê rizgar bikin û 110 hezar kîlometre çargoşe kontrol bikin.”
Caggins eşkere kir: “Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê bi ser çekdarên DAIŞê de 35 hezar êrîşên esmanî pêk anîne.”
Myles Caggins diyar kir: “Em li Hewlêrê bi vekirina navendeke şêwirmendiyê ve mijûl in, da ku hemahengiya ligel navenda şêwirmendî ya Bexdayê bikin.”
Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî herwiha eşkere kir: “Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ji erkên xwe venakişin, lê şêwaza xebatê diguherînin bo alîkarîkirina hêzên Iraqê û Pêşmerge, bi mebesta jinavbirina şaneyên razayî yên DAIŞê.”