4 Gerîla û 2 berpirsên PKK ê ketin ber êrîşan

4 Gerîla û 2 berpirsên PKK ê ketin ber êrîşan

Şer û pevçûnên dewleta Tirkiyê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê li Başûr û Bakurê wilat dewam dikin, li Bidlîsê 6 Gerîla ketin ber êrîşan, 2 jê berpirisn.

Wezareta navxwe a Tirkiyê îro roja dûşemî 7/9/2020an eşkere kir, di êrîşa duh de ku li sînorê parêzgeha Bidlîsê hatbû encam dayîn, 6 Gerîla bûne armanc, 2 jê berpirsên PKK ê ne û di lîsta daxwazkiriyên dewletê de cî di girtin.

Dest nîşan kir, yek ji wan Gerîlayan  navê Ozlem Atsaka bi kod navê Ronahî Dêrsimî ku berpirsa şaxa jinan a PKK ê bû li Bidlîsê û di lîsta reng pirteqalî ya daxwaz kirîyan de bû.

Her wiha Gerîlayê din ku ketîye ber êrîşan bi navê Ridwan Êrîlma bi kod navê Azad Şorş bû û di lîsta gewir de cî di girt.

HPGê balê leşkir yê Partîya Karkerên Kurdistanê tu agahî li derbara ji dest dayîna wan 6 Gerîlayan li Bidlîsê nedane.

Pustên heman beş