“Ciwanên Behdînan ji ber zextan koçê Ewropa dikin”

"Ciwanên Behdînan ji ber zextan koçê Ewropa dikin"

“Ciwanên Behdînan ji ber zextan koçê Ewropa dikin” ev manşeta nûçeyekî ye ku di malpera “Roj News” a ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê “PKK ê” ve hatiye parvekirin, manşet bi xwe nivîsînek şaş nîne û bi rastî jî genc li başûrê wilat jiber zextan koçê Ewropayê dikin, lê belê naveroka nivîsînê bi giştî şaşe û her tişt weke berê serobin kiriye.

PKK ê hemû çapemeniya xwe di xizmeta dagîrkaran û reş kirin û ne şirîn kirina Desthilata Başûrê Kurdistanê, bê omêdkirina ciwanan, bê bawerkirina gel bi desthilatê, çewaşe kirina xelkê û berevajî kirina hemû rastiyan daye şuxilandin, di vê nûçeyê li ser ciwanan jî ku koçê Ewropayê dikin, medyaya PKK ê dîsan dest bi servîskirin derewan û serobin kirina rastîya kiriye.

Weke karê xwe yê hertim PKK di vî nûçe de ku di malpera fermî ya xwe de parve kiriye dest bi servîs kirina derewan kiriye û dibêje: “hat ragihandin ku ciwanên Duhok, Zaxo û bi taybet jî yên Şêladzê ji ber girtin, binçavkirin û zextên PDK ê welat terk dikin û berê xwe didin welatên Ewropayê. Li gorî agahiyan di nava mehekî de 45 ciwan ji Şêladzê ketine ser rêya penaberiyê”, lê bi rastî jî sedema koça ciwanan ji bo Ewropayê PDK ye yan jî PKK ku bûye pira derbasbûna Tirkiyê ji bo van navçeyan û jinavbirina aramiyê û nehîştina delîveyên karkirinê ji van ciwanan re û girtin û tehdîd kirina wan ciwanên ne digel hizra PKK ê?! Berisva vê pirsyarê pir hêsane û herkes baş dizane ku ciwan ji ber zextên PKK ê û şerê li navçeyê diqewime ku ti pêwendiya wî şerî bi wan navçeyan ve nîne koçê Ewropayê dikin.

PKK dibêje “li herêma Behdînan piştî nerazîbûnên dijî dagirkeriya dewleta Tirk û rexnekirina desthilata PDK ê, zextên li ser welatiyan û bi taybet jî ciwanan zêdetir bûne. Di xwepêşandan û nerazîbûnên ku di meha Tebaxê de li Zaxo, Duhok û Şêladzê çêbûn de nêzî 100 kesî hatine girtin û piraniya wan hîn girtî ne”,  ev jî dereweke dine ku ji mekîneyên servîskirina derewan a PKK ê derketye ger na tu ciwanek li Badînan ji ber rexnekirina PDK ê û nerazîbûna li dijî dagîrkariya Tirkiyê nehatîne desteserkirin, bi tenê hejamerek kêm ji ciwanan ku naghin 10 kesan ji ber pirisgirêkên ewlehiyê bi biryara dadgehê hatîne binçavkirin, a rast hejmara wan ciwanên ku PKK ê binçav kirîne bi behaneya dizîna kelupelên PKK ê û rexnekirina PKK ê di medyaya civakî de pirr pêtirin û dibe ew hejmara wan bas lê kirî ku 100 kesin, ew bin yên ji bal PKK ê bi xwe ve hatiye binçavkirin û bê rometkirin û bi zorê îtîraf lê hatiye wergirtin.

Girtina ciwanan û îşkencedana wan û bi zorê îtîraf jê wergirtin karê PKK ê ye li van navçeyan û eve ku bûye sedema koça ciwanan ji bo Ewropayê, sedema koça ciwanan ew bertengkirina hizrî ya PKK ê ye ku niha li van navçeya dimeşîne û her kesê ne digel hizra wê be weke dujmin û ajan û sîxurê Tirkiyê dide nasandin, sedema koça ciwanan eve ku nikarin biçin ser gundên xwe û karê çandinîyê bikin, sedem eve ku jiber “çenga” PKK ê di gel Tirkiyê ev gunde nahên avedankirin û bûne wêrane, belê sedemên sereke evin ne ku binçav kirina wan ji bal hikûmeta herêmê ve.

Her kes baş dizane ti hikûmetek li cîhanê bê sûç ti kesekî binçav nake û ev tiştek normale û her gavê dibe ew kes werin serbest berdan û xwedî mafên xwene, ew dikarin ji xwe re parêzeran bigirin berevaniyê ji xwe bikin û serbest bihên berdan, lê kesên ji bal PKK ê ve dihêne binçavkirin çi maf heye? Û bi biryara kîjan dadgehê PKK e wan binçav dike?! Gelo kesên ji bal PKK ê ve jî dihêne binçavkirin dikarin ji xwe re parêzerekî bigirin û berevaniyê ji xwe bikin? Yan jî wê PKK bi vîdyoyeka çêkrî bi zorê îtîrafê ji wan werdigire û bi sîxur bide nasandin paşan were wenda kirin bê ku ti mafeke wî hebe bikare berevaniyê ji xwe bike?!

PKK e dibêje: “li piraniya herêmê hêzên asayîş û pêşmergeyan hatine zêdekirin” gelo ger ev axaftin rast be jî ti pirsgirêka vê axaftinê heye?! Ma qey hikûmet divê destîriyê ji PKK ê wergire?! Zêdekirin yan kêmkirina pêşmerge û asayîşa li her navçeyekî mijareke girêdayî hikûmetê ye û li hemû cîhanê ger pêwîst bû ev tişt tê encamdan.

Her hêz, her alî û her kes û partiyek bas li azadî û demokrasî û xweş kirina jiyan gel û rêzgirtinê li raya cuda bike maf heye, lê bi ti awayan PKK ê ev maf nîne, ji berku ti partiyek weke PKK ê berteng û ne demokrasî nîne û her kesê ne di gel hizir û aydolojiya wê be, ew weke sîxur û kirêgirtiyê mîta Tirkan dide nasandin.

Dem hatiye ku PKK e dest ji servîskirina derewan û serobin kirina rastiyan û berteng kirina azadiyan berde, gel huşyare û her tiştî dibîne.

Pustên heman beş