Ji bo lihevhatna dawiyê şanda Başûr li Bexdayê ye

Ji bo lihevhatna dawiyê şanda Başûr li Bexdayê ye

Ji bo lihevhatna dawiyê li nêvbera hikûmeta Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê li ser pirsên budceya wilat û darayî yê, şanda hikûmeta Başûrê Kurdistanê îro gihîşte Bexdayê.

Li gor agahiyên destê me, îro roja sêşemiyê 8/9/2020an, şanda danustendkar a hikûmeta Başûrê Kurdistanê bi seroktîya Qubad Talebanî cêgirê serok wezîrê hikûmeta Başûr gihîşte Bexdayê, ev serdan ji bo lihevhatna dawiyê ye li ser pirsên budcey û darayî yên nêvbera Hewlêr û bexdayê.

Di vê derbarê de Berdevkê Cêgirê Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand, armanca sardana şanda Herêmê, ji bo temam kirina gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, bi armanca çareser kirina pirsgirêkan e, bi taybet pirsa destkeftên darayî yên Kurdistanê û çawaniya bicihkirina wê di pirojeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de.

Herwiha dest nîşan kir, hikûmeta Herêmê amadehîya xo nîşan da, ji bo bi hikûmeta Îraqê li ser pirsa dahatiyên petrolê û dahatiyên deriyên sînorî rêk bikeve.

Tê zanîn îro civînên herdû alîyan dest pê kirine û çendîn komîte dê pirisgirêkan nirxînin û biryarê li ser biden.

Pustên heman beş