PKK e nahêle em û TEV-DEM lihev bikin

PKK e nahêle em û TEV-DEM lihev bikin

Serokê Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS ê dibêje, ENKS ê û TEV-DEM di danûstandinên xwe de pêngavên baş avêtine, lê PKK astengiyan derdixe û nahêle em û TEV-DEM lihev bikin, ji ber ku mercê me ew e ku PKK qet destê xwe nexe nava karûbarê Rojavayê Kurdistanê.

Serokê ENKSê Siûd Mela ji malpera KDP.info re ragihand: Danûstandinên ENKS û TEV-DEM ê didomin, Gavên baş hatine avêtin, Lê PKK ê astengiyê çêdike, PKK e dizane ku dema em û TEV-DEM lihev bikin, wê demê dê ti rola wê li Rojavayê Kurdistanê nemîne, lewma bi hemû şêweyan astengiyan ji danustendinan re derdixe, ji bo ku em lihev nekin.

Siûd Mela her wiha got, yek ji şertên ENKS ê ew e ku nabe PKK destê xwe bixe nav karûbarên Rojava, Ji ber wê jî PKK niha dixwaze li pêşiya rêkeftina her du aliyan bibe asteng, ji bo ku eger ENKS û TEV-DEM li hev bikin wê çaxê ti rola PKK ê li wir namîne.

Pustên heman beş