Komara Îslamî a Îranê, li ser bidarvekirina ciwanên Kurd ên Rojhilata Kurdistanê berdewame, li meha rabûrî 4 ciwan bi cînayetên cuda bidarvekirine.
Rêxistina Hengaw a mafên mirovan li Rojhilata Kurdistanê eşkere kir, li meha tebaxa îsalê, 4 ciwanên Kurd bi biryara dadgehên rejêma Îranê hatine bidarvekirin, ev ceza li zîndanên Rojhilat û Îranê hatine bi cî kirin.
Dest nîşan kir, ciwanên ku hatine bidarvekirin, ji bajarên Sine, Loristan û Gîlanê ên Rojhilata Kurdistanê ne.
Her li meha rabûrî, cezayê bidarvekirinê li ser ciwanê Kurd ê bi navê Mistefa Seyfî ji bo dema mehekê hat paşxistin, hem wext cezayê ciwanê Kurd Saman Kerîmî yê ji bajarê Baneyê hat hilweşandin.
Li gor rêxistina Hengawê, 4 ciwanê, ku li meha rabûrî hatine bidarvekirin, bi cînayeta bi kuştina enqest ev ceza wergirtine.