Partîya Karkerên Kurdistanê ev pêtirî dû mehane bi awayekî pir eşkere liv û tevgerên Gerîlayên xwe nêzî sînorê gund û bajarokên Başûrê Kurdistanê kirine û bi vê yekê behaneyan dide destê Tirkiyê ku êrîşî wan gund û bajarokan bike.
Îro roja sêşemî 8/9/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê û tophavêjên arteşa wê, hejmarek ji gundên ser bi bajarokê Kanî Masê ve li sînorê parêzgeha Dihokê bombebaran kirin, gundê Bazê û dorbera gundê Bêduhê ketin ber êrîşan, hem wext Zinara Kêste.
Çavkaniyên xwechî li bajarokê Kanî Masê dest nîşan kir, ji ber bombebaranê tenê şûşeyên pencereyên gundê Bazê şkestine û tu zirarên din nebûne.
Êrîşa ser gundê Bazê bi balefirên ceng pêkhatîye û êrîşa ser gundê Bêduhî û Zinara kêste bi tophavêjan bûye, bi tevahî êrîşan li sa’et 9:30 heya dorbera 10:30 dewam kirin.
Dewleta Tirkiyê li 15 meha xizîrana îsalê êrîşa asîmanî û pejahî ya berfireh li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê PKK ê li Başûrê Kurdistanê dest pê kir, ji wê demê ve pêtirî 50 gundên Başûr bi taybet li sînorê parêzgeha Dihokê hatine vala kirin û hejmarek wilatiyên sivîl şehîd ketine.