Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) radigihîne, rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel di çarçoveya hewla Rûsya ya vegerandina hemû herêmên kurd bin kontrola rejîma Sûriyê de tê.
Di raporta xwe ya siyasî ya mehane polîtburoya PDK-S ê belav kir û tê de ragihand, Rûsya hewl dide hemû herêm û navçeyên sûryê careke din vegerîne bin kontrola rejîma Sûriyê de. PDK-sê ragihand rêkeftina dawyê ya di navbera MSD û Partiya Vîna Gela bi serokatiya Qedrî Cemîl de di wê çarçoveyê deye.
Polîtburoya PDK-S ê her weha diyar kir ku armanca Rûsya ji wê rêkeftina MSD û Partiya Vîna Gel ewe, MSD beşdariyê di danûstandinên Sûrî û komîteya destûra Sûriyê de bike.
Roja 31ê Tebaxa bûrî, meclisa Sûriya demokratîk (MSD) û Partiya Vîna Gel bi serperiştiya wezareta derve ya Rûsya yê, li Moskoyê muzakereyeke lihevkirinê îmze kirbû.
Di derbarê danûstandinên kurdî – kurdî yên di navbera encûmena niştimanî ya kurd û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Sûrî de li Sûriyê, PDK-S ê diyar kir, danûstandinên di navbera ENKS û PÎNKÊ de berdewamin û di vê qonaxê de pirsa lêvegera kurdî tê gengeşekirin.