Li Rojava Kurdistanê Welatî gazinan ji buhabûna li bazaran dikin

Li Rojava Kurdistanê Welatî gazinan ji buhabûna li bazaran dikin

Buhabûna kelûpelan di nava bazarên rojava kurdistanê de her ku diçe pêtir dengê welatîyan blind dike, roj bi roj buhayê kelûpelan li rojava blind dibe û welatî gilî û gazinan ji rêveberiya rojava dikin jiberku çavdêrî li ser bazarî tuneye.

Glî û gazinên welatiyên rojavayê kurdistanê derbarê buhaya kelûpelan roj bi roj zêdetir dibin. Di dema ku xelk dibêjn çavdêrî tuneye û kêsebazî heye, firoşger sedemên buhabûna kelûpelan ji bo çendîn sedemên cuda vedigerînin, li gor firoşgeran yek ji wan sedeman eve ku ew gelek pereyan li ser veguhestina keresteyan datînin. Herwiha dibêjin ku nirxê lîreya Sûrî gelek kêm bûye.

Zehmetiyên aborî li rojavayê kurdistanê bi dawî nabin, nirxê kelûpelan buha ne û karînên welatiyan jî tune ne. Li bazarên rojava kurdistanê tevgera kirînê pirr kêm bûye. Ji ber buhabûnê gelek caran weletî destvala vedigerin malê û nikarin ti tiştekî ji xwe re bikirin. Piraniya welatiyan gazinan ji tunebûna çavdêriyê dikin û dibêjin her firoşgerek keresteyan bi nirxekî cuda difiroşe.

Tevî ku gelek kereste û pêdiviyên rojane ji hunedrê Sûriyê derbasî herêmên rojava dibin, lê nirxê wan buhaye. Firoşger derbarê vê yekê de dibêjn, destê wan di buhabûnê de tuneye. Lê ji ber sepandina baceyan li ser veguhestina kelûpelan, ew neçar dibin nirxan zêde bikin. Xelkê rojavayê kurdistanê ku bi piraniya xwe karker û fermanberin dibêjin, barê wan pir gran bûye û eger rewş wiha bimîne, pêla koçberiyê careke din dê dest pê bke.

Pustên heman beş