Di berdewamîya êrîşên dewleta Tirkiyê de li ser Başûrê Kurdistanê, di 24 demjimêrên rabûrî de 4 Gerîla li Başûr û 2 li Bakurê Kurdistanê, ketine ber êrîşan.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, di êrîşên duh roja sêşemî de ku balefirên ceng li çiyayê Metînî ê li sînorê parêzgehîya Dihokê kirine, 4 Gerîlayên PKK ê bûne armanc û canê xwe ji dest dane.
Li Bakurê Kurdistanê jî îro eskerên Tirk li sînorê parêzgehîya Mûşê operasyon pêkanîn, di encamê de 2 endamên PKK ê hatine desteser kirin.
Dewleta Tirkiyê di 24 sa’etên rabûrî de, gundên Bazê, Zinara Kêste û Bêduhê ên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirine, zirarên mezin bi aqarê wan gundan ketîye.