Serok Wezîrê Îraqa federal sibe roja pêncşemî wê seredana Herêma Başûrê Kurdistanê bike, tê pêşbînî kirin ku li gel Mes’ûd Barzanî Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê û rayedarên hikûmetê bicive.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Bexda ya paytexta Îraqê eşkere kir, weha tê pêşbînî kirin sibe roja pêncşemî 10/9/2020an, Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Îraqa federal, serokatîya şandekê ast berz ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê bike, ev seredan wê nêzî dû rojan berdewam be.
Dest nîşan kir, Mistefa Kazimî wê seredana her yek ji Hewlêra Paytexta Başûrê Kurdistanê, parêzgehên Duhokê û Silêmaniyê bike.
Pêgeha “Darka Mazî” zanyariyên herî taybet li derbara vê seredana Serok Wezîrê Îraqê û civînên ku dê li Başûrê Kurdistanê werin encamdan bi dest xistin û yekem civîna Kazimî wê li gel Mes’ûd Barzanî Serokê Partîya Demokrata Kurdistanê be, herweha li gel serokatîya Herêma Başûr û serokatîya wezîran wê civîn hebin.
Tê zanîn ev seredana Mistefa Kazimî ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê, paş seredana çendîn caran ya şanda hikûmeta başûr ji bo Bexdayê tê ku ev dema pêtrî dû mehane danûstandinên çareser kirina pirsgirêkên li nêvbera hewlêr û Bexdayê dest pê kirine.
Li vê dawiyê di seredana Mistefa Kazimî ya Amerîkayê jî de ku nûnerê Herêma Başûrê Kurdistanê jî di gel de bû, kirîzên li nêvbera Hewlêr û Bexdayê bi taybet yên li derbara budceya giştî ya welat û mafên darayî yên Herêma Başûrê Kurdistanê, hatbûn danustandin kirin, Amerîkayê roleke mezin di lihev nêzî kirina herdu aliyan de hebû.