Li sînorê Dêrisma Bakurê Kurdistanê, arteşa Tirk du Gerîlayên Partîya Komonêstên Tirk hedef kirin û ragihand ku ew di lîsta daxwazkiriyên dewletê de bûn.
Wezareta karên navxo ya Tirkiyê îro roja çarşemî 9/9/2020an di beyaneka nivîskî de eşkere kir, di çarçûveya operasyona Yildirim – 4 de, li sînorê parêzgehîya Dêrsimê, du Gerîlayên çepên Tirk hatine hedef kirin û canê xwe ji dest dane.
Dest nîşan kir, ev her du Gerîla bi navê Eol Volkan Îldem bi kod navê Nûbare ku di lîsta reng sor a dewletê de bû û Gerîlaya din ku jine bi navê Fadîme Çakir bi kod navê Roza ye ku ew jî di lîsta dewletê ya rengê gewir de daxwaz kirî bû.
Di beyana wezareta navxo a Tirkiyê de hatîye nivîsandin ku Nûbar berpirsê xebatên siyasî ên TKP-ML TîKO bû û Roza jî erkên berpirsiyariyê hebûn.
Partîya Komonêstên Tirk ku partîyeke çep Markisî Lînînî ye û xebatên wê li Bakurê Kurdistanê hene, Partîya Karkerên Kurdistanê PKK e piştgiriyê lê dike.