Ji şerên Xendekan yê 2015an ve, PKKê di nava têkçûneka stratejîk de rû bi rû maye. Bi xwasteka ku roja xwe raborîne, xwe dubare bike û dinav hevoka Rojhilata Navîn de ji xwe re cîhekê çêbike, vê carê dixwaze li dijî Başûr Kurdistanê şerekê, bike, ka ew dê serbikeve an jî na, mijareke dine. Lê PKK weke karê xwe yê hemîşe li dema ku dixwaze karekî qirêj encam bide li destpêkê zemîneya encamdana vî karî pêş wext dirust dike daku paşan bikare perpirsatiya dîrokî û exlaqî ya encamdan vî karî li ser xwe nehêle, ji bo encamdana vî şerî jî çêbike dest bi propaganda yeke tund kirîye.
PKK e 60% propaganda ye
Hêza sereke ya PKK ê li ser bingehê çarmenda tolhildan-bawerî-xwîn û mirov ava bûye. Ewê jî bi propaganda yê bi dest xwe dixe. Propaganda ya hundirîn û derveyî % 60 hebûna PKK ê diafirîne. Ev destnîşankirin ne reqemekî werimandî ye. Niha PKK berê hemû çekên xwe yên propaganda yê zivirandîne ser Hikumeta Herêma Kurdistanê. Ji bo vê armancê, ji endamên damezrînerên PKKê bigire heya, rêveberê wê, karmendên wê heta bi trollên wê, hemû ji şaxên cûda ve bi hev re dixebitin.
PKK dixwaze li ser jiyana ciwanan dastana şerê ku nîne binivîse
Mijarek “Cenga Heftenîn” heye, ku her roj ji hêla hemû çapemeniya PKK ve tête propaganda kirin. bi vê yekê zextê li gel û Hikûmeta Başûr çêdikin. Lê belê, li Heftenînê Çeng-Meng tune ye. hemû deverên Heftenînê hatîne dagîrkirin. PKKê Heftenîn berdaye. Li ser laşên ciwanan û baweriyan wan weke amûrên çeka şer tên bikar anîn. Dûv re, di çapemeniyê de, bi wêneyên dev bi ken dixwazin xîtabî hest û wijdana gel biken. Rêveberên ku li bajarê Silêmaniyê di nava qesran de dijîn û di şikeftên heft tebeq di binê erdê de bi ewlehî dijîn li ser keda van ciwanan polîtîkaya dikin û dibêjin çima Rêvebirîya Başûr piştgiriyê nade me. PKK li ser jiyana van ciwanan dastana şerê ku nîne dixwaze binivîse. vî rewşa xwe jî liser hikûmeta Başûrê Kurdistanê dike minnet.
PKK, bi berevajî kirina dîroka Başûr, her roj nivîsên taybetî û meqala diweşîne, hewl dide ku provokasyonê li ser qeyrana aborî ku li Başûr tête jîyankirin, çêbike. Gelek Nûçeyên derew belav dike. Ew ji her hêlê de ango îdolojîk, polîtîk û aborî hewl dide ku bi derewan ji bo xwe tiştekî çêbike. Ew hewl dide opozîsyona ku li hemû welatan heyî li Kurdistanê ji bo xwe bike bingehê monopol kirinê.
PKK faşîzmek veşartî li ser her kesê ku cûda difikire dimeşîne
PKK, tiştê ku nikare monopol bike ji holê radike. Bi salan, PKK li her deverê li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê kesên ku pîçekî cûda difikirand, bêdeng kirine. PKK her kesê ku cûda difikire weke sîxur, hevkarê dijmin û hevalbendê dagîrkaran binav dike. PKK girseyê xwe wek çûvik li ser cudahiya bikar anî. Yên mixalif nikarîbûn dengê xwe derbixin. Niha PKK hewl dide ku li Başûr jî heman tiştî bike. Dixwaze ku hemû çapemeniya Başûr û karmendên wan bi rêka medyaya civakî bêdeng bike. Bi tora medyaya civakî zextê dike. Ew hemû yan bi ajantî û xizmetkarê dujminî tawanbar dike. Ew dixwazin rewşenbîrên başûr jî çav tirsandî bike, rastiyê destnîşan bikin jî heman tiştî dike. Mixabin, çapemeniya başûr nikare pêşî li vê faşîzma PKK ê ya veşartî bigire û parastina destkeftên xwe bike, Ji ber ku ew di bin bandora şerê taybetî yê PKK ê de mane. Nikarin propaganda ya PKKê çareser bikin, û rewşa PKK ê ya li Bakur Kurdistanê jî fêm nakin, ji bo vê yekê, bi vekirî newêrin helwesta xwe bi zelalî nîşnî PKK ê bidin. Ev rewşa çapemeniyê nahê qebûl kirin.
Pêwîste xebatkar û rewşenbîr ji gefên vala yên PKK ê netirsin.
Xeletîyeke din a çapemenî û rewşenbîrên başûr ewe ku xwe weke bê alî û demokrat dibînin. Di siyasetê de tiştek wekî bêalîbûnê tune ye. Dezgehên medyayî yên wek Kurdistan 24 û Rudaw ji hêla PKKê ve bi dehan carî bi sîxurî hatîne tawanbarkirin, nivîsîngehên wan yên li Rojava hatin girtin, destûr nedan ku ew bixebitin. wan heman zext li Bakûr jî dît. Lê belê, dezgehên ragahandina başûr bi berdewamî bûne dengê PKK û saziyên mîna HDP û li ser wan raporan diweşînin, bê guman, tiştên ku di berjewendiya gelê Kurd de divê bêne kirin, lê divê rûyê rast ê PKK ê jî were eşkere kirin. Berjewendiya gelê Kurd di dîtina rûyê rastîn yê PKKê re derbas dibe.
Mînak, PKK ê şêwaza şerê taybet ewqas pêşvebir ku di sala 2014an de, wan tenê êrîşên DAIŞ ê şikandine û ew hêzên din yên Kurdistanî hemû bi hêzên revî didan nîşandan. Li Şengalê û Kerkûk ê wekir. Gelek kes niha difikirin ku PKKê di sala 2014an de Kerkûk ji destê DAIŞ ê de rizgar kirîye. PKKê li Kerkûkê 4 şehîd dane û pêşmergeyan 210 şehîd dane, lê PKKê cewek we çêkirîye ku tenê PKK ê liv an deveran şer kirîye û ew têgihiştin afirandî ye. Li Mexmûr û Şengalê fermandarên payebilind ên Pêşmerge çûne û şerkî pir baş kirîye, lê mîna ku tenê PKKê ev dever rizgar kirine tê fehmkirin. PKK ê bi vî şerê deronî serweriya xwe avakir. Ew siyaseta şerê taybet a ku PKK ê li ser Başûrê Kurdistanê meşandî, rewşenbîr û ragehandina başûr nekaribûn bandor û wateya vî şerî ya taybetî fêm bikin û nekaribûn vî şerê taybetî yê PKK ê vala derbêxin. PKK ê îro jî li ser vê serkeftina xwe planan dijî başûr çêdike.
Divê êdî rewşenbîr û çapemeniya Başûr vê rastiyê bibîne. Erdnîgariya Kurdistanê ne li Scandinavia ye. Welatê me dinava bazineya agirî de ye, tu kes ne xwediyê bêalî bûnê û bi şêwazê rojavayî yan weke demokrat tevgerîyanê ye. Ji bo ku Kurd demokrasiyê biparêzin, divê ewilî welatê xwe biparêzin, û di serî de pêdivî ye ku metodên şerên taybetî yên PKK ê bêne vala derxistin. Pêwîst e ku medya û rewşenbîrên rast ên Kurdistanê derkevin holê û pêşî li vê propaganda ya xerab a li dijî gelê Kurd bigirin.