Berpirsekî ENKSê: Eger PKKê hîştiba rêkeftina me û TEV-DEM ê dê zûtir pêk hatiba

Berpirsekî ENKSê: Eger PKKê hîştiba rêkeftina me û TEV-DEM ê dê zûtir pêk hatiba

Endamekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand, danûstandinên wan û TEV-DEM ê didomin, lê eger PKKê bihîşta niha ji mêj ve gihîştibûn rêkeftina dûmahîkê.

Endamê rêveberiya ENKS ê, Îmad Birho got, danûstandinên ENKS û TEV-DEMê bi çavdêriya Amerîka didomin. Bi texmîna min di demek nêzîk de dê rêkeftina dûmahîkê were kirin.

Îmad Birho her wiha got, di nav HSD ê de hinek kesên girêdayî PKKê hene nahêlin danûstandin pêşde biçin. Ji xwe eger wisa nebûya niha ji mêj ve em gihîştibûn rêkefitnê. Lê dîsa jî danûstandin didomin û pêşketin jî heye.

Bi gotina wî berpirsê ENKS ê, rêkeftina han dê di warên siyasî, serbazî û îdarî de be.

Pustên heman beş