Komkara Welatên Erebî destwerdanên Tirkiyê yên di karûbarên navxwe yên dewletên Erebî de şermezar kir û ji Enqerê daxwaz kir ku hêzên xwe ji Sûriye, Iraq û Lîbyayê vekişîne.
Ev şermezarkirin û daxwaz, di ragihandina yekem civîna “Lijneya Erebî ya Lipeyçûna Destwerdanên Tirkiyê di Karûbarên Dewletên Erebî” de hat.
Di ragihandinê de hatiye diyarkirin ku vê lijneyê hemû şêwazên destwerdanên dijminkarî yên Tirkiyê di karûbarên welatên Erebî de şermezar kir, bi taybetî destwerdanên li Iraq, Sûriye û Lîbyayê û herwiha weke binpêkirinên mezin ên yasayên navdewletî û biryarên Encûmena Asayîşê dibîne.”
Herwiha îro Emîndarê Giştî yê Alîkarê Komkara Welatên Erebî Husam Zekî diyar kir ku destwerdanên Tirkiye û Îranê di karûbarên welatên Erebî de divê werin sekinandin.
Husam Zekî da zanîn: “Enqere û Tehran hewl didin destkeftên xwe li ser hesabê Ereban bi dest bixin.” Herwiha got: “Nîgeraniyeke mezin derbarê van destwerdanan de heye.”