Kazimî ber bi parêzgeha Dihokê bi rê ket

Kazimî ber bi parêzgeha Dihokê bi rê ket

Serok wezîrê Îraqê Mistefa Kazimî beriya demek kêm ber bi parêzgeha Dihokê bi rê ket û biryare serdana van ciyên parêzgehê bike.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Hewlêra paytexta Kurdistanê eşkere kir, paş bi dawî hatina civînên Mistefa Kazimî serok wezîrên Îraqê li gel her yêk ji serok Mes’ûd Barzanî serokê Partîya Demokrat ya Kurdistanê û Mesrûr Barzanî serokê encûmena wezîrên Başûrê Kurdistanê, Kazimî ber bi parêzgeha Dihokê bi rê ketîye û paş demekî wê bigihe.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kir, Mistefa Kazimî wê seredana her yêk ji Kelha Nizarkê ket, her wiha seredana wî ji bo Kampa Qadîya û deriyê sînorî yê Îbrahîm Xelîl wê hebin.

Pustên heman beş