Qonaxeke nû li nêvbera Hewlêr û Bexdayê destpêkir
Mesrûr Barzanî serok wezîrê Başûrê Kurdistanê îro pêşwazî li Mistefa Kazimî serok wezîrê Îraqê û şanda pêre kir, lihevhatina nêvbera Hewlêr û Bexdayê di civîna wan de hat nîqaş kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Hewlêr eşkere kir, li baregeha encûmena wezîran a hikûmeta Başûrê Kurdistanê, îro roja pêncşemî 10/9/2020an, Mesrûr Barzanî serok wezîrê hikûmeta Başûr pêşwaz li Mistefa Kazimî û şanda pêre kir.
Di civînê de ku wezîrên hikûmetên Kurdistanê û Îraqê federal berhevbûn, lihevhatina nêvbera Hewlêr û Bexdayê li derbara pirsgirêkên asê mayî, tewerê sereke ê danustendinên herdû alîyan bû.
Di civînên nêvbera şand û komîteyên hikûmeta Kurdistanê û hikûmeta Îraqê de, herdû alî nêzî rêkkeftina dawiyê bûne û tê pêşbînî kirin, paş vê serdana Kazimî ji bo Kurdistanê, qonaxeke nû ji asayîbûna rewşê dest pê bike.