Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ku bi sedema PKK ê ne, berdewamin û îro gundekê devera Kanî Masê li sînorê parêzgeha Duhokê ket ber êrîşan.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li başûrê kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncişemî 10/9/2020an, tophavêjên dewleta Tirkiyê, hereketa gerîlayên PKK ê li sînorê gundê bi navê Ormanê yê girêdayî devera Kanî Masê hedef kirine.
Dest nîşan kir, ev êrîş êvara îro li Saet 5:00 çêbûye, agahî li derbara zirarên PKK ê nîne lê belê, zirar bi aqarê gund ketîye ji ber ku êrîş li nêzî malên gundîyan pêkhatîye.
Êrîşa îro ya kanî masê hemwexta serdana Serok Wezîrê Îraqê Mistefa Kazimî ji bo parêzgehîya Duhokê tê.
Êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê ji 15 meha xizîrana îsal berdewamin, Partîya Karkerên Kurdistanê jî ji bo ku gerîlayên xwe ji êrîşan biparêze, hereketa wan xistîye nava gundan da û bi wê sedemê gundên sînorê parêzgeha Duhokê bi berdewamî tên hedef kirin.