Bi sedema PKK ê gundekê Dihokê bi temametî tê şewtandin
Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, li şeva derbasbûyî bi sedema PKK ê, gundekê Başûrê Kurdistanê bombebaran kir, navend û aqarê gund bi temametî şewtandin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, serê sibê a îro 12/9/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, navend û aqarê gundê bi navê Ruysê ê girêday bajarê Zaxo li sînorê parêzgehîya Dihokê hedef kir û zirarên pir mezin gihandin gundê navbûrî.
Bi sedema bombebaranê, aqar û navenda gund bi temametî hatine şewtandin û zirarên pir mezin pê ketine, agahî li derbara zirarên PKK ê nînin.
Li dema sê mehên rabûrî û paş dijwar bûna êrîşên Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, Partîya Karkerên Kurdistanê hereketa Gerîlayên xwe xistine nava gund û sînorê bajarokan û bi wê sedemê ev gund berdewam di kevin ber êrîşan.
Ji destpêka êrîşa mezina Tirkiyê jî li ser Başûrê Kurdistanê ku li naverasta meha xizîrana îsalê bû, PKK ê pêtir xwe nêzî gundan kirîye û bi wê sedemê hejmareke wilatiyên sivîl ketine ber êrîşan û şehîd ketine û pêtirî 50 gundan hatine vala kirin, amanca PKK ê ji vê hengavê eve ku ev gund bibin meydana şer û werin vala kirin.