Li bajarê Serê Kaniyê ê Rojava Kurdistanê di dû teqînan da ku îro li pey hev çêbûne, dû kesan canê xwe ji dest da û 19 birîndar ketin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja şemî 12/9/2020an, li nêzî baregehê postê li navenda bajarê Serê Kaniyê teqîneka mezin çêbû, zirarên canî ên pir mezin li pey vê teqînê hatin.
Agahî didin xweya kirin ku dû kes di vê teqînê da hatine kuştin û 19 kes brîndar ketine û piraniya wan jin û zarokin.
Piştî teqîna yekê, li navenda bajarokê Serê Kaniyê motosîkleke mayîn kirî teqiya, hat raghandin ku di vê teqînê de tiştek bi tu kesî nehat.