Li Merîwan û Pîranşarê şer li nêvbera Pasdaran û hêzên Kurdî derket

Li Merîwan û Pîranşarê şer li nêvbera Pasdaran û hêzên Kurdî derket

Li sînorê bajarên Merîwan û Pîranşarê ên Rojhilata Kurdistanê, şer li nêvbera sipayê Pasdaran û hêzên Kurdî derket, sipayê Pasdaran navçe bi dijwarî bodroman kir.

Li gor rêxistina Hengaw a mafên mirovan, îro roja şemî 12/9/2020an, li bilindahiyên gundê Hewraman li nêzî biryargeha Jalane şer li nêvbera hêzên Kurdî û sipayê Pasdarên Îranê çêbû.

Bi gotina çavkaniyên deverê, zirarên canî di vê şerî de nebûn, lê belê hêzên sipayê Pasdaran bi çekê giran bilindahiyên gundê Hewramanê kirine armanc.

Ji alîyekê din ve li şeva înîya rabûrî, şerekê çekdarî li nêvbera hêzên Kurdî û sipayê Pasdaran li bilindahiyên gundê Kanî Xuda ê girêday Pîranşarê çêbibû.

Pustên heman beş