Xetereya darvekirina bi dizî ya girtiyek siyasî yê kurd li Ormîyê

Xetereya darvekirina bi dizî ya girtiyek siyasî yê kurd li Ormîyê

Rewangeha mafên mirovan a bi navê Hengawê îro roja şemî 12/9/2020an ragihand, girtîyek siyasî ku bi darvekirinê hatiye mehkûm kirin sê roj berê ji girtîgeha Ormîyê bo cihek nenas hatiye veguhastin û dibe ku bi dizî ve were darve kirin.

Girtîyê Mehabadê yê bi navê “Rehîm Birîn” 15 sal berê bi sûcê “têkilya bi partiyên kurd re” û “kuştina rayedareke hikûmetê” hate girtin.

“Rehîm Birîn” piştî ku çend caran hewl dayî xwe di zindanê de bikuje, di “beşa pisîkoterapiyê” de hate ragirtin.

Li gorî çavkaniyeke agahdar li girtîgeha Ormîyê, malpera hengaw dinvîse ku malbata qurbanî ji dozger xwestiye ku bi xwe biryara serbestberdan an darvekirinê bide .

Rehîm birîn di sala 2005-an da dema pirotestoyek giştî li dijî kuştina çalakvanek Mehabadê bi navê “Şuwane Seyîd Qadir” çêbûy hatye girtin û bi suçê kuştina rayedarek hikûmî di vê çalakiya pirotesto kirinê de bi darve kirinê hat sizadan.

Li gorî kesên nêzî Rehîm Birîn, navbûrî li jêr îşkenceyan de bi zorê îtîraf kiriye û çendîn caran gotiye hevalên xwe yên di zindanê de ku wî ti kesek ne kuştiye û li jêr îşkenceyan de wî îtîraf kirîye.

Pustên heman beş