Hevserokên Partîya Demokratîk a gelan HDP ê, îro serdana hevserokê berê yê partîya xwe Selahetîn Demîrtaş kirin.
Ofîsa medyayî a Partîya Demokratîk a Gelan HDP ê, îro roja yekşemî 13/9/2020an, di beyaneke nivîskî de eşkere kir, hevserokên HDP ê Pervîn Buldan û Mîthet Sancar çûn zîndana Edîrneyê û bi selaheddîn Demîrtaş re hevdîtin kir.
HDP ê da zanîn, hevserokan bi Demîrtaş re pêşhatên dawî yên siyasî û mijarên girîngên siyaseta Tirkyeyê nîqaş kirine.
Hevserokên HDP ê, Pervîn Buldan û Mîthet Sancar li pêş zîndana Edîrneyê, daxuyaniya rojnamevanî dan û naveroka hevdîtnê eşkere kir.
Hevserokê HDP ê ê berê Selahetîn Demîrtaş çar salin bi sedema PKK ê di zîndanê de ye û berya çend rojan ji bo duristkirina hevpeymaniya demokrasî, bang li hemû dijbereya Tirkiyeyê kir bû.