HSD ê 45 ciwan ji bo serbazkirina bi zor binçavkirin

HSD ê 45 ciwan ji bo serbazkirina bi zor  binçavkirin

Hêzên Sûrya ya Demokratîk îro hejmara 45 ciwanên Rojava Kurdistanê ji bo serbazkirina bi zor  binçavkirin, ji tîrmeha îsalê jî 4 hezar ciwan binçavkirine.

Çavkaniyên xwechî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 13/9/2020an, Hêzên Encûmena Leşkirî a Minbcê û Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê, 45 ciwanên Minbcê  binçavkirine û ji bo serbazkirina bi zorî birine.

Dest nîşan kir, ev ciwan li xal û nuqteyên HSD ê hatine  binçavkirin, pêvajoya binçavkirina ciwanan jî di dome.

Li vê derbarê de, Nerîngeha Sûrî a Mafên Mirovan eşkere kir, li 8î tîrmehê a îsalê, hêzên girêday Rêveberîya Xweser bi taybet polîsên leşkirî ên girêday HSD ê binçavkirina ciwanan ji bo serbazkirina bi zor destpêkirine.

Her wiha dest nîşan kir, heya niha li her yêk ji Hesekê, Helebê, Reqqayê û Dêrazûrê hejmara 4 hezar ciwanan ji bo serbazkirina bi zor hatine binçavkirin, piranî jê ên Hesekê ne.

Pustên heman beş