Li Bakur 3 Gerîla û li Başûr eskerek Tirk tên kuştin

Li Bakur 3 Gerîla û li Başûr eskerek Tirk tên kuştin

Pevçûnên li nêvbera Partîya Karkerên Kurdistanê û arteşa Tirkiyê dewam dikin, li Bakurê Kurdistanê îro sê Gerîla canê xwe ji dest dane, li Başûr jî eskerek Tirk tê kuştin.

Li gor çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Bakurê Kurdistanê, îro arteşa Tirkiyê û hêzên cendirmeyan li sînorê Şirnexê operasyona bi navê Yildirim-11 dane meşandin û di encamê de, 3 Gerîla canê xwe ji dest dane.

Li himber navenda ragihandin û çapemeniyê a HPG ê balê leşkirî ê PKK ê bi daxuyanîyek nivîskî eşkere kir ku wan li navçeya Heftenînê a Başûrê Kurdistanê eskerek Tirk ceza kirîye.

HPG ê di daxuyanîya xwe de got ku ev esker li Heftenînê li roja 12 îlona îsalê ji bal Gerîlayan ve hatîye hedef kirin û kuştin.

Arteşa Tirkiyê duh roja şemî amareke nû a zirarên PKK ê li Bakur û Rojava Kurdistanê ragihand û li gor wê amarê, di dema 10 rojên rabûrî de, 23 Gerîla û Şervanan canê xwe ji dest dane, lê belê HPG ê tu agahî li derbara vê daxuyaniyê parve nekirin.

Her yêk ji arteşa Tirkiyê û Partîya Karkerên Kurdistanê li navbera çend rojan amarên zirarên canî ên hev parve dikin, lê belê ev amar ji bal tu aliyên din ve nayên pişt rast kirin, lewma dibe ev beşek be ji wê cenga ragihandinê ku ew li dijî hev didin meşandin.

Pustên heman beş