Hejmareka karkerên Kurd ên bajarê Wanê ê Bakurê Kurdistanê, li bajarê Afyonê ê Tirkiyê rastî êrişê hatin û karkerekî canê xwe ji dest da.
Li navçeya Dînara Afyonê, karkerên ji Erdîşa navçeya Wanê ku karê çêkirina avahîyan dikirin, rastî êrişeka çekdarî hatin.
Li gor nûçeya ajansa mezopotamyayê, rûdan li şeva derbasbûyî çêbûye.
Li dijî herdû birayên Kurd ku karê çêkirina avahîyan dikirin, ji aliyê kesekî ve bi çekekê gulle hatîye berdan.
Di encama êrişê de karkerê bi navê Ozkan Tokay canê xwe ji dest daye û karkerên bi navên Firat T. Û Emrah O. Birîndar bûne.
Parêzgarya Afyonê jî bi daxuyanyeka nivîskî ragihand; kesê ku êrîş kirîye reviyaye û hêzên ewlehiyê dest bi lêgerîna wî kirine.
Ji aliyê din ve jî, îro cenazeyê Ozkan Tokay ji balafirgeha Wanê hat wergirtin û bo navçeya Erdîşê hat veguhastin.
Leşkerên ku goristana taxa çelebîbax dorpêç kirbûn, nehiştin welatiyên wê deverê beşdarî merasîma cenazeyê bibin.
Di merasîmê da parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez jî amade bû û hêzên ewlehiyê bi behaneya tedbîrên vîrosa Koronayê, hiştin tenê malbat û xizmên Ozkay Tokay, termê wî bi axê bispêrin.