Çima PKK e berpirsiyarîya teqîna Efrînê nahilgire?

Çima PKK e berpirsiyarîya teqîna Efrînê nahilgire

Di teqîna duh a herêma Efrînê de, 10 sivîlan canê xwe ji dest da û hejmara 35 kesên din birîndar ketin, PKK e berpirsiyarîya vê teqînê nahilde stoyê xwe.

Li gor agahiyên çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê, bi sedema teqîna êvarîya duh roja dûşemî 14/9/2020an li herêma Efrînê, 10 kesên sivîl canê xwe ji dest dane, hejmara 35 kesên din jî birîndar ketine, zaroyek û nojdarek di nava qurbanîyan de hene.

Teqîna duh a Efrînê li navçeyeka herî bi qerebalix a navenda bajêr çêbibû, teqîn bi rêya erebeyeke mayîn kirî hatbû kirin, kesên ku ev teqîn encam dane, xwestine mîlîşyayên Tirk bikin armanc, lê belê xelkê sivîl bi ber ketîye.

Der barê bûyerê de lêkolîn dewam dikin û ji bo tesbît kirina nasnameyên qurbanîyan jî xebat tê kirin.

Medyaya Tirkiyê li vê derbarê de agahî dane û eşkere kirin ku rêxistnên PKK ê ev teqîn encam dane, lê belê ji ber ku xelkê sivîl têde hatine kuştin û birîndar krin, berpirsyarîya wê nahildin stoyê xwe.

Pustên heman beş