Partîya Karkerên Kurdistanê îro eşkere kir, Gerîlayên wê li Bakurê Kurdistanê, 7 eskerên Tirk kuştine, yek jê payebilinde.
Navenda medya û çapemeniyê a HPG ê îro roja sêşemî 15/9/2020an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, Gerîlayên HPG ê û YJA-STAR ê li Gevera navçeya Colemêrgê çalakî encam dane û zirarên pir mezin bi eskerên Tirk xistine.
Dest nîşan kir, di çalakiyê de, 7 eskerên Tirk hatine kuştin yêk jê payebilinde.
HPG ê eşkere kir, ev çalakî li serê sibê a 13î îlonê li bajarokê Bajêrgan ê navçeya Geverê a Colemêrgê, li derdora gundên Kelê, Nebar, Xurakana jêr û Xurakana jor hatine encam dan.
Arteşa Tirkiyê ev dema pêtirî mehekê ye operasyona bi navê Yildirim li hejmareke bajarên Bakurê Kurdistanê daye meşandin, di dawî amara zirarên PKK ê de îlan kir ku herî kêm 41 Gerîla canê xwe ji dest dane.