Ji ber gendeliyê derbarê Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê de biryarek hat dayîn

Ji ber gendeliyê derbarê Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê de biryarek hat dayîn

Desteya Destpakî ya Iraqê ragihand; Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî “bi tohmeta belawelakirina çavkaniyên giştî, biryara qedexekirina geştkirinê derbarê wî de derket”.

Desteya Destpakî ya Iraqê îro sêşemê 15ê Îlona 2020an daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Dadgeha Lêkolînê ya Taybet ji ber belawelakirina çavkaniyên giştî yên projeya avakirina dibistanên amadehî ev ferman daye, ku ji bo projeyê zêdetirî 57 milyar dînar (nêzîkî 49 milyon dolar) ji kompaniyeke biyanî re hatiye dayîn.”

Dadgehê ev biryar li gor madeya 320 ya yasaya sizadanê ya Iraqê daye. Herwiha dadgehê fermana desteserkirin û rêgirtina li geşta 23 karmendên parêzgehê û Rêveberiya Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê daye, ku yek ji wan rêveberê berê ye.

Di dawiya meha derbasbûyî de projeya çêkirina 25 avahiyên dibistanên amadehî li Kerkûkê hatibû ragihandin.

Ev biryara dadgehê di demekê de ye ku di van demên dawî de bi dehan berpirs û karmendên rêveberiyên nêzîkî Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, fermana desteserkirin û qedexeya geştkirinê derbarê wan de hatine dayîn.

Pustên heman beş