Silêman Oso: Amerîkayê ji bo Lêvegera Siyasî pêşniyar kir %40 bo ENKS û %40 PYNKê be

Silêman Oso: Amerîkayê ji bo Lêvegera Siyasî pêşniyar kir %40 bo ENKS û %40 PYNKê be

 Endamê Desteya Serokatiya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Silêman Oso derbarê Diyaloga Kurdî-Kurdî de got ku Amerîkayê jib o Lêvegera Siyasî pêşniyar kir ku bo ENKS û %40 Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurd (PYNK) be û wan jî qebûl kir.

Îro Serokatiya Giştî ya ENKS li Qamişlo civiya û danûstandinên bi Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd û peywendiyên xwe bi Itilafê re gotûbêj kirin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Silêman Oso ji Rûdawê re daxuyanî da û diyar kir ku di civîna îro de, behsa pêşhatên dawî yê danûstandinên Kurdî-Kurdî hat kirin û pêşniyara dawî ya nûnera Amerîka ji bo danûstandinan hatiye gotûbêjkirin.

Silêman Oso diyar kir ku ew bi pêşniyara Amerîkayê rêjeya nûnertiya her aliyekî di lêvegera siyasî de razî bûne, ku her aliyek %40 be, ji sedî 20 ên din jî, 10 ji bo her aliyekî ye, ew serbest in kê derbasî nava lêvegerê bikin.

Li ser pêwendiyên di navbera ENKS û Îtîlafê de jî Oso got, belge di navbera wan û ÎtÎlafê de hene û rê nadin tu kesek û aliyek mafê gelê Kurd bixwe.

Silêman Oso herwiha derbarê peywendiyên ENKS û Îtîlafê de ragihand, ji bo guhertin û dûrxsitina her endamekî ENKS, pêwîst bû bi hemahengî li gel wan bê kirin û tekez kir ku ew naxwazin ji Îtîlaf û Desteya Danûstandinan a Opozisyonê derkevin lê Serokê Îtîlafê wan paşguh dike.

Pustên heman beş