Malbateke Kurd li Bexdayê tê serbirîn

Malbateke Kurd li Bexdayê tê serbirîn

Malbateke 3 kesî a Kurd dayik, bav û keç ku li Bexdayê jiyan dikir, bi awayekî herî hov hatine kuştin, bûyer li şeva derbasbûyî çêbûye û ev malbat hatine serbirîn.

Her yêk ji “Şîlan Dara Reûf, Dara Reûf Bavê wê û Aliya Reşîd” dayika Şîlanê, li şeva derbasbûyî li taxa Mensûr a rojava Bexdayê bi awayekî herî hov ji bal hinek çekdarên nenas kirî ve hatine kuşt ku serên wan hatine birîn.

Çavkaniyên ewlehiyê eşkere kirine ku hinek çekdarên nenas kirî bi ser mal Şîlanê de girtine û paş ku destdirêjî li ser kirî, tawan encam dae.

Tê zanîn Şîlan dermansaz bû li beşa penceşêrî a komelgeha pizîşkî a Bexdayê, çavkaniyên ewlehiyê jî li ser vê tawana hov gotine ku ev bûyer ne terorîstî bû, belku li ser diziyê çêbûye.

Li gor pêgeha Kurdistan 24, ev malbat bi niyaz bû mala xwe veguhêzin bajarê Silêmaniyê, lê belê qederê nehşit û niha cesedên wan wê ji bo Silêmaniyê werin veguhastin.

Tê zanîn ji dawîya sala rabûrî û îsalê jî, hejmareke tawanên hov li Bexda a paytexta Îraqê çêbûne, çendîn nojdar û çalakvanên diyar ên jin hatine teror kirin.

Taxa Mensûr a rojava Bexdayê, bi ciyekê herî êmin tê nas kirin, lewma kes û karên malbata Şîlanê dibêjin ku ev tawan karek terorî ye li dijî şêniyên Kurd ên Bexdayê.

Pustên heman beş