Îro 51 sal li ser komkujiya gundê Sorya derbaz dibin, ew komkujiya ku rejîma Be’sa Îraqê di rasta Kristiyanên başûrê kurdistanê de encam day, her çend ku îro 51 sal li ser vê cînayetê derbaz dibin, lê belê hêjan bi xaleke reş bi nav çavên dagîrkarên kurdistanê ve tê hesab kirin.
Sorya gundekê Başûrê Kurdistanê ye, dikeve sînorê parêzgeha Duhokê li Başûrê deşta Silêvaneyîya û girêdayî bajarê Zaxo ye, piraniya şêniyên wê Kristiyanên Kildanî ne û Mosilman jî lê dijîn.
Di rojeke weke îro de li sala 1969an , ev gund ji bal rijêma Be’s rastî komkujî yeke hov hat, dema ku 38 hemwelatiyên gund bi destê serbazên rejîma Be’s bi kom hatiye qetil kirin û bin ax kirin.
Li sipêdehîya roja 19 îlona sala 1969an dema ku efserekê rejîma Be’s b navê ‘Ebdulkerîm Cihêşî ku endamekî hizba Be’s bû li gel grûpekî pişkinîn û lêgerînê di gundê Sorya ra derbas dibûn, mayînek li nêzî wan diteqe, li wê demê vî efserî li gel serbazên li gel de bi ser gundê Sorya de girtin û hemwelatiyên wê bi teqandina wê mayînê sûçbar kirin.
Vî efserî û serbazên li gel de, hemwelatiyên gund birin di kotanekê de û gulle berdanê, di encamê de 38 hemwelatî şehîd ketin û 22 hemwelatiyên din brîndar bûn, gelek jê zarok bûn û her hemû pêkve di gorekê bi kom de hatine bin ax kirin, piştre serbazan gund şewtandin.
Komkujiya gundê Sorya yek ji wan hezaran tawanane ku rejêmên Bexdayê yên yek li pey yek li dijî gelê kurd yên başûrê kurdistanê encam day, lê belê heya niha hikûmetên Bexdayê ne amadene daxwaza lêborînê ji gelê kurd bikin yan jî te’wîzê bidin malbatên ber van tawanan ketîn.