Dadgeha Diyarbekirê daxwaza Osman Baydemîr ji Interpol dike

Dadgeha Diyarbekirê daxwaza Osman Baydemîr ji Interpol dike

Serdozgerê Komarî yê Diyarbekirê dixwaze Interpol Osman Baydemîrî desteser bike. Dadgehê ev biryar ji Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê re şand.

Dadgeha Diyarbekirê, parlemanterê berê yê HDPê Baydemîrî bi sûcê “Endamê rêxistina terorî” tometbar dike. Ji ber ku Baydemîr ji derveyî Tirkiyeyê ye, dadgeh dixwaze Interpol (asayîşa navneteweyî) wî desteser bike.

Baydemîr endamê Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) bû. Dadgeh axaftinên Baydemîrî yên di vê kongreyê de wekî sûc qebûl dike.

Herwiha Baydemîr beşdarî merasîma cinazeyên endamên PKK’ê bûye. Li gor dadgehê Baydemîr bi bangewaziya medyaya PKK tê de beşdar bûye.

Lewra, Dadgeha Cezayê Sulhê ya 3-emîn a Diyarbekirê, der barê Baydemîrî de biryara girtinê daye. Ev biryar li gor yasaya “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” hatiye dayîn.  Ji 7,5 heya 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Osman Baydemir di Nîsana 2018an de ji parlemanteriyê hatiye dûrxistin û piştre jî çûye derveyî Tirkiyê û ta niha venegeryaye wî welatî.

Pustên heman beş