Beşek ji tawanên hov yên PKK ê li dijî devera Doskîya
Ger mirov bixwaze bas li tawan û neheqiyên PKK ê li dijî hikûmet û gelê Başûrê Kurdistanî bike, wê bikare çendîn pirtûkan li ser binivîse, lê em weke pêgeha “Darka Mazî” wê bizavê bikîn bi dîkomênt bas li beşekî ji wan tawanan bikîn, tawanên ewqas qirêj ku di dîrokê de ti partîyeke kurdan ew tawan li dijî ti kesekî encam nedabin, ji tawanên girtin, revandin û îşkence dane û bê rûmet kirinê bigre heya digehe karên kuştin û şewtandin û revandin û wendakirinê.
Piştî ku PKK ê li salên 90an şiyanên şer kirinê li dijî Tirkiyê ji dest day û fêm krî nikarin buhistekî ji bakurê Kurdistanê azad bikin û herêmekî ji bo desthilatdariya xwe li Bakur dirust bikin, pîlanên xwe li dijî başûrê kurdistanê dest pê kirin û bi behaneyên cur bi cur şer bi hikûmet û gelê başûrê kurdistanê firoşt, PKK ê di wî şerî de tiştek dûr ji buhayên mirovatiyê nema ku li dijî gelê başûr pêk ne anî, ya rast PKK ê gelek tawanên hov encam dan, ji girtina rêya li himber xelkê nexweş, Teqandina kaniyan bigre heya digehe dizîn û talan kirina azoqê gelê hejar û belengaz, herçend li wê demê de xelkê başûr bi awayek giştî di rewşeke abûrî ya herî xerab de bûn.
PKK ê di dema şerê feriz kirî li ser başûr de, ne tenê şer li dijî pêşmergeyan îlan kir, belku şer li dijî xelkê sivîl jî îlan kir û xwe jin, zarok û pîrûkal jî ji tawanên wan qurtal nebûn.
Pêgeha Darka Mazî wê di vê mijarê de, hewl bide bas li hinek ji wan tawanan bike ku PKK ê li dijî gelê Başûrê Kurdistanê, bi taybetî xelkê ‘Eşîretên ku li ser sînorê di navbera başûr û bakurê kurdistanê de jiyan dikin bike, pêgeha me wê zanyariyên herî taybet li derbara wan hemwilatiyên ‘eşîreta “Doskî ya” li sînorê parêzgeha Duhokê belav bke ku bi destê çekdarên PKK ê li salên notan de hatine teror kirin.
Em nûnerên Sedam Husên in li vê derê
Digel destpêkirina şer, PKK ê heman siyaseta xwe ya Bakurê Kurdistanê a teror û tesfîye kirina kesatî, Serok hoz, ‘Eşîr, axa û began, li başûr jî berpa kir û hewl da kesên diyar teror bike.
Digel hatina xwe ji bo başûr, PKK ê hindek navên aşopî û li gor dilê xwe li wan navçeyan kirin ewên têda cêgîr bûyn wek “Herêmên Parastina Medya” û “Herêmên Azad kirî”, tişta ecêb eve dema pirs jê dihat kirin gelo we ev navçe ji kê azad kirîne û ji hon ji kê diparêzin?, wan digo: “em nûnerên Sedam Husên in li vê derê, Sedam ev ‘erd ji we kirîne û bi me dayîne”.
Kîjan navçe bû meydana şerên PKK
Gundên sînorê parêzgeha Duhokê bi taybet gundên devera Doskî û Berwariya, Nihêlê, Nêrwe, Rêkan, Berêgarê meydana piraniya şerên PKK ê bûn li başûrê kurdistanê, ji ber vê çendê piraniya karên hov yên PKK ê ku li dijî yasayên şer jî bûn li van navçeyan pêkhatin.
Emê li xwarê nav û wêne û dema teror kirina hejmareka welatiyên Duhokê yên ‘eşîreta Doskîyan belav kîn ku hemû li sala 1997an bi destê çekdarên PKK ê bêy hebûna ti sedemekê û bi tenê bi mebesta dirust kirina tirsê li cem xelkê, hatine teror kirin.
Tawanên PKK ê li doryana Banesorê
Li roja 7/10/1997an çekdarên PKK ê li nêzî doryana gundê Banesorê, teqe li ‘erebeyeka ji curê Volkswagen a li başûr jêre digo “Berazîlî” kirbû, di encam de 3 kesên sivîl şehîd ketin ku ev navên wane:
Ekrem Mihemed Cibu Dîlî.
Îsma’îl Mihemed Cibu.
Karwan Haşim Mihemed Cibu ku jîyê wî 5 sal bûn.
Tawanên PKK ê li gundê Kemeka û Bakozê
Herweha li roja 11/10/1997an, çekdarên PKK ê li gundê Kemeka gulle berdan ‘erebeyek ji curê Pîk Ap ku ya kesekê xelkê gundê Bakozê bû û di encam de 3 kes hatin şehîd kirin ev navên wane:
Fexreddîn Yûsif Ehmed.
Eyub Mihemed Se’îd mistefa.
Ebdulbarî Hisên Kemekî şehîd bûn.
Tawanên PKK ê li gundê Dêrgijnîk
Çekdarên PKK ê li vir ne sekinîn û li roja 17/10/1997an ‘erebeya ji curê Berazîlî Teksî ya hemwilatî Reşîd Şerîf Binyamîn ku şêniyê gundê Dêrgijnîk ê bû û ji ‘eşîreta Doskîya ne şewitand û di encam de her yek j:
hozan Îsma’îl Ehmed Milhimbanî şehîd bû.
Asiya Xalid Hacî hevjîna ‘Elî derbaz Dêrgijnîkî û dû kurên wê bi navê Ezîz ‘Elî û Cim’e ‘Elî birîndar bibûn.
Teror kirina 6 welatiyên Kiristîyan li nêzî gundê Dîlîya
Li roja 13/12/1997an çekdarên PKK ê hejmara 6 welatiyên kiristîyan ku hemû kasibkar bûn kuştin, ev 6 sivîl li ser cadeya giştî ya Mangêş li nêzî gundê Dîlîya û Banesorê hatbûn gulle baran kirin.
Ev jî navên wane:
Selam Yusif Awraha Cinu – Ji Dayik Bûyê 1976an bû.
Semîr Îşu Kilu Miqdu – Ji Dayik Bûyê 1971an bû.
Nacî Mîxu Qusu Xirake – Ji Dayik Bûyê 1965an bû.
Erkan Hurmiz Yusif Tişîku – Ji Dayik Bûyê 1977an bû.
Silîwa Cim’e Ziya Alimnu – Ji Dayik Bûyê 1965an bû.
Macid Şem’un Hena xinceru – Ji Dayik Bûyê 1973an bû.
Pêgeha Darka Mazî bangewaziyê dide gelê Başûrê Kurdistanê ku her malbateke endam yan nasiyarekî wan bi dest çekdarên PKK ê hatibe şehîd kirin ya zirar dîtibe, wêne û zanyarîyan ji bo pêgeha me bişîne ji bo ku werin parve kirin.