Endamekî Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (PDK-S) ragihand, Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê dike û Lêvegera Siyasî di navbera ENKS û PYNK ê di bin çavdêriya wî de tê ragihandin.
Endamê Polîtburiya PDK-Sê Neşet Zaza li ser dawî pêşhatinên diyaloga kurdî ya di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yektiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) diyar kir, qonaxa duyem a danûstandinan ber bi dawiyê ve diçe.
Diyar kir jî, hin pirsên qonaxa sêyemîn jî gengeşe li ser wan çêbûne û lihevkirin li ser çê bûne. Lê ji bo pirsa sereke ya qonaxa çarem ku pirsa leşkerî ye, heta niha ti nêzîkahî jê re çênebûne.
Neşet Zaza: Lihevkirineke baş di pirsa Lêvegera Siyasî de heye. Lê hin pirsgirêk di wê pirsê de hene, me bi şûn ve xistine, ji ber ku em naxwazin ew pirsgirêk bibin sedem ku dilê xelkê me pê nexweş be.”
Herwiha got: 2 pirsgirêkên sereke di pirsa Lêvegera Siyasî de hebûn. Yek ji wê pirsa rêjeya nûnertiyê her aliyekî, lê ew çareser bûn. Lê pirsgirêka maye, pirsa Girêbesta Civakî (destûr) e. Em dixwazin pêdaçûnek di wê destûrê de bê kirin, lê hin pirsgirêk derdikevin. Herwiha di pirsa Rêveberiyê de jî hin têbînî hene, me ew têbîn jî bi şûn ve xistine.
Neşet Zaza aşkere kir: Em dikarin bibêjin li ser pirsa Lêvegera Siyasî, lihevkirineke demkî heye. Di du rojên bê de dikarin bibêjin emê jê xelas bibin. Dixwazim gelê me dilxweş bikim ku Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sardana rojavayê Kurdistanê dike. Eger e di bin çavdêriya wî de Lêvegera Siyasî bê ragihandin.