Li Mêrdîn û Şirnexê 3 gerîlayên PKK ê teslîmî hezên ewlehiyê bûn

Li Mêrdîn û Şirnexê 3 gerîlayên PKK ê teslîmî hezên ewlehiyê bûn

Wezareta karên navxwe ya tirkiyê ragihand li Mêrdîn û Şirnexê 3 gerîlayên PKK ê xwe teslîmî hêzên ewlehiyê kiriye.

Di daxuyaniya wezareta karên navxwe ya tirkiyê da hat destnîşankirin 3 gerîlayên PKK ê ku di salên 2014 û 2015an da tevlî rêxistinê bûne li Şirnex û Mêrdînê teslîmî hêzên ewlehiyê bûn.

Hat destnîşankirin ku ji serê salê heya niha hejmara gerîlayên ku xwe teslîmî tirkiyê kirine derket 157an.

Nasnameya du gerîlayên li Mêrdînê teslîmî hêzên ewlekariyê bûy hat tesbîtkirin.

Li gor agahiyên hatin standin, gerîlaya bi navê B.B. Ya bi kodnavê “Jînda” tê naskirin di sala 2014an da tevlî rêxistinê bûye û gerîlaya bi navê K.M. Ku bi kod navê “Dîlan” tê naskirin welatiya Îranê ya di sala 2016an da tevlî PKK ê bûy teslîm bûne.

Wezareta karên navxwe ya tirkiyê diyar kirbû ku di encama xebatên qanîkrinê da li Mêrdîn û Şirnexê 3 endamên PKK ê teslîm bûn, lê heya niha ti zanyarîyek li ser nasnameya gerîlayê sêyemîn ku teslîm bûye nehatiye eşkerekirin.

Pustên heman beş