Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku, li gundewarên Colemergê di êrîşeke hêzên wan de 2 gerîlayên PKK canê xwe ji dest dane. HPGê jî belav kiriye di şer û pevçûnên li cihên ciyawaz de “5 jê xwedî pile gelek serbazên Tirkiyê hatine kuştin.”
Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, di çarçoveya operasyona Cîlo de, li gundewarên parêzgeha Colemerga Bakurê Kurdistanê, di êrîşeke hêzên wan ên bi ser fermandariya cendirmeyan û hêzên ewlekariyê ya bi piştgiriya esmanî, 2 gerîlayên PKK canê xwe ji dest dane.
Lê heta niha ji aliyê PKK ve derbarê operasyona navborî de ti daxuyaniyek nehatiye dayîn.
Her li gor daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Tirkiyê, roja Pênşema borî 17 Îlonê, di êrîşeke gerîlayên PKK de li ser binkeyeke hêzên wan li navçeya Heftenîna Herêma Kurditanê, 2 serbaz hatine kuştin.
Hêzên Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKKê ye derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê li herêmên cuda dxuyaniyek belav kir.
HPGê aşkere kiriye ku roja 15ê Îlonê gerîlayên wan li “Girê Şehîd Şîlan a qada Kartalê” ya Heftenînê leûkerên Tirkiyê kirine armanc û “li vî girî çeperek a ku leşker tê de hate îmhakirin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.” HPGê belav kiriye ku roja 17ê Îlonê jî hêzên wan li Heftenînê êrişek birine ser leşkerên Tirkiyê û di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 3 leşker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya HPGê 17ê Îlonê di êrişa gerîlayên wan de li Çelê ya Colemêrgê 3 leşker, 11ê Îlonê li Elkê ya Şirnexê 5 jê bi pile gelek leşker hatine kuştin.
Herwiha HPGê ragihand ku 5ê Îlonê li Şaxa Wanê di êrişeke leşkerên Tirkiyê de gerîlayên bi navên “Agît û Mazlûm” canê xwe ji dest dane û hatiye gotin ku zanyariyên zêdetir li ser nasnama wan gerîlayan dê paşê bên belavkirin.
HPGê derbarê şerê li qada gundê Banê ya li herêma Çiyayê Gabar a Şirnexê ku 30ê Tîrmehê pêk hatibû daxuyanî da û aşkere kir ku di wî şerî de gerîlayê bi navê Emîn Turhan bi nasnav Botan Hezex canê xwe ji dest daye.