“Alî Haydar Kaytan” rêveber û yêk ji damezrênerên rêxistina PKKê, di êrîşeke dewleta Tirkiyê de li Başûrê Kurdistanê hat kuştin.
Ajansa ÎHA ya Tirkiyê îdîa dike ku yek ji van damezrînerên PKK Alî Haydar Kaytan bî nasrav Fuat Dersîm di êrîşeka balafirên Tirkiyê de hatîye kuştin. Heman ajans îdîa dike ku bûyer 19 Eylûla 2019 hatîye encam dan. Le belê ev bûyer ji alî wezareta navxwe ya Tirkiyê ve ne hatîye pesend kirin. Ajans dibêje ku kesên ku ji PKK qut bûne û çûne Tirkiye ve agahî dana û heman deme jî Alî Haydar Kaytan demek dirêje ku li ser ekranê TV û nivîsa jî dîyar nîne. Ev jî wek pişt rast dike ku Alî Haydar Kaytan jîyana xwe ji dest daye.
Wezareta Tirkiyê demeke dirêje ku ev kesên paye bilind ya PKK ku dikevin ber êrîşa navê wan berî PKK ê eşkere dike. PKK jî ancax piştî salekî heta çend sal derbas dibe ji nû navê wan eşkere dike.
Alî Haydar Kaytan kîye?
1952 li Dêrsimê hatîye dine. Li Zankoya Ankara Fakulteya Zanistên Sîyasî xwendîye. Li wir Ocalan nas dike, û grûpa yekemîn ya ku bî nave grûpa Ankara tê naskirin de cîhê xwe digire.
Kaytan 1979 Cemîle Merkît (Seher Dersîm) re dizewice. Hevjîna wî pîştre ji bal PKK ê ve li sala 1982an li Kampa Bekaa hat kuştin.
Abdullah Ocalan her dibêje ku Kaytan ji ber kuştina hevjîna xwe her daîm ji PKK acizbûye û xwe bi PKK’ê re ne kirîye yek. Ji ber ve yekê jî gelek cara bi lêpirsîna re rûbirû maye di nava PKK ê de.
Alî Haydar kaytan sala 1986an ji endametîya PKK hat avêtin û wek xabatkarek sîyasî rakirin Almanya. Almanya ji ber tohmeta kuştina însanan, pereya reş xistine dest ve hat darizandin û heta sala 1993an li Almanya girtî ma. Dema hat berdan dîsa hat gel Ocalan.
Tê dîyar kirin ku Alî Haydar Kaytan gelek caran nav PKK’ê de erk girtiye lê belê di karê xwe de serketî nebûye. Ji ber vê yekê jî piştî sala 1998an bi tenê karên sembolik jêre hatîye dayîn. Lê belê ev wek fikir her daîm wek alîkarê Cemîl Bayik bûye..
Kaytan herî dawî sala 2013an wek Endamê Konseya Serokatîyê hatiye hilbijartin.
Kaytan sala 2014an derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe û li wir wek mûfettiştekê PKK ê dimîne. Lê belê Alî Haydar Kaytan zêdetir ji ber pirsgirêkên Tenduristî û rêbazên xwe zêde nikare li Rojava bimîne. Herî dawî jiberku wî peywendî li gel hinek jina hebûye ji aliyê rêvebirîya Rojava ve biryar li ser te girtin ku ev vegere Qendîlê. Jiberku dibêjin ev nêzîk bûna wî ji ber jina zirar dide îtîbara PKK ê. Piştî vê ji sala 2018an carek din diçe Qendîlê. Hinek kes dibêjin ku Alî Haydar Kaytan ji ber kiryarên wî yên li Rojava hatîye ceza kirin û ji însana re dûr kiriye, rexmê ku tenduristîya wî rê nade ji çîya û şikeftên asê de hatîye hiştin. Heta hinek kes dibêjin ne fermî be jî wek nîv girtî bûye li van çîyayan.
Ali Haydar Kaytan her çend bi şexsîyet û karê xwe bûye barekê giran li ser PKK ê, lê belê jiberku kesekî navdare û endamê grûpa Ankara’ye her daîm PKK mecbûr bûye ku tevahî pirsgirêkên ku ew peyda dike veşêre. Ana jî PKK diveşêre Alî Haydar Kaytan dijî an na.