Zilamekî agir berda hevjîna xwe!

Li Rojhilatê Kurdistanê zilamekî agir berda hevjîna xwe!

Li gundekî bajarê Selmas yê girêdayî parêzgeha Ormîyê li rojhilatê kurdistanê, jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewtandin.

Rewangeha Mafên Mirov ya Hengaw ragihandiye, duh roja şemî 19/9/2020an li gundê “Zengo” yê bajarê Selmasê, jina bi navê Meryem Etmanî, ku çend roj ber şewitîbû, jiber giraniya birînên xwe, li yek ji navendên tenduristiyê yên bajarê Ormîyê can da.

Li gorî agahiyan, ew jina kurd, ku dayka du zarokan bû, ji aliyê hevjînê xwe ve û ji ber pirsgirêkên civakî hatbû şewtandin.

Hevjînê wê jina kurd, piştî ku agir berdabû wê, revîyabû û heta niha nehatîye girtin.

Pustên heman beş