Fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Kobanî ku bi piştevaniya berpirsên herêma kurdistanê û ligel Amerîkayê serpereştiya diyaloga kurdî-kurdî ya ji bo yekrêziya aliyên siyasî yên kurdên rojavayê kurdistanê dike, li ser du partîyên dihat îdîa kirin ji pêvajoya danûstandinan hatine dûrxistin daxuyanî da.
Di daxuyaniya xwe de fermandarê giştî yê hêzên Sûriye ya demokratîk (HSD)ê ragihand, partiyên Pêşverû û Yekîtî (El Wehde) ji diyaloga yekrêziya kurdî nehatine dûrxistin.
Mezlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê nûçeya dûrxistina herdu partiyên Pêşverû û Yekîtî ji pêvajoya nû ya li Rojavayê Kurdistanê red kir.
Mezlûm Ebdî tekez kir jî: “partîyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehde) nehatine dûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”
Fermandeyê giştî yê HSD ê dibêje: “Însiyatîva me ya yekrêziya kurdî li gorî pîvana xweya niştîmanî berdewame. Armanca me eve ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin. Partîyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehde) nehatine dûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”
Roja 17ê Gulana 2020an bi serpiriştiya şandiyê Amerîka û amadebûna fermandarê giştî yê HSD ê Mezlûm Kobanî herdu aliyan li ser nerîneke siyasîya hevbeş ku ji 5 xalan pêk dihat lihev kirbû.
Biryare eger herdu alî li ser lêvegera siyasî li hev bikin, dê vê carê herdu alî pirsên rêveberî, leşkerî û aborî gotûbêj bikin.